JD Vance: Îdareya Trump giringiyeke taybet dide peywendiyên xwe yên bi Kurdan re
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance pesnê gelê Kurd û peywendiyên navbera îdareya Trump û Kurdan da û ragihand, Donald Trump ji Kurdan hez dike û dostaniyeke wan a bihêz ligel wan heye.
JD Vance îro 26ê Sibatê, di bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Kurdistan24ê li Washingtonê de, derbarê paşeroja peywendiyên stratejîk ên navbera Hewlêr û Washingtonê de, got: "Donald Trump ji Kurdan hez dike. Hemû îdareya Trump xwedî dostanî û peywendiyeke pir baş e ligel Kurdên li seranserê cîhanê."
JD Vance bal kişand ser dîtina îdareya nû ya Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û got: "Armanca me ew e ku Kurd, Ereb, Cihû û Mesîhî karibin di nav aştî, tebayî û bextewariyê de bi hev re bijîn." Herwiha tekez kir, ev yek dê bibe bingeha siyaseta wan a derve ya li herêmê.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, JD Vance hişyarî da Komara Îslamî ya Îranê û got: "Nabe Îran bibe xwediyê çekên atomî. Heke ew hewl bidin çekên atomî çêbikin, dê kêşeyên mezin ji bo me biafirînin."
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha aşkere kir, zanyariyên wan li ser hewildanên Tehranê yên di vî warî de hene û got: "Di rastiyê de, me hinek belge dîtine ku nîşan didin wan rasterast hewl daye vê karî (çêkirina çekên atomî) bikin."
Ev daxuyaniyên JD Vance nîşana giringiya pêgeha Kurdan di siyaseta nû ya îdareya Trump de ne, ku tê çaverêkirin di çar salên bê de hevahengiya navbera her du aliyan hîn zêdetir bibe.
K24
