• Thursday, 26 February 2026
logo

Encûmena Wezîran derbarê mûçe û budceya Herêma Kurdistanê de daxwazek ji Hikûmeta Federal dike

Gulan Media February 26, 2026 Nûçe
Encûmena Wezîran derbarê mûçe û budceya Herêma Kurdistanê de daxwazek ji Hikûmeta Federal dike

 Îro 25.02.2026, bi serperestiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiyan.

Di destpêka civînê de helwesta dawî ya rewşa darayî ya Herêma Kurdistan û xerckirina mûçeyê meha Sibatê ya mûçegirên Herêmê û dûvdeçûna encamên dawî ya civîna tîma hevbeş a herdû dîwanên çavdêriya darayî ya Federal û Herêmê derbarê pêbendiyên darayî yên herdû Hikûmetên Federal û Herêmê li hember hevdû, ji aliyê Awat Şêx Cenav Wezîrê Darayî  û Aborî û endamên din ên şanda danûstandkar hat aşkera kirin.

Encûmena Wezîran tekez kir ku divê hikûmeta federal ne tenê mûçe û mafên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê di heman demê de budceya Herêma Kurdistanê jî di nav budceya federal de li gorî ji sedî 14.1ê nifûsa Iraqê bişîne. Bi taybetî jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe yên petrol û darayî bi tevahî bicîh aniye û lîsteya mûçeyan û bilançoya mehane ya sererastkirî jî, ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin. Derbarê pabendbûna şandina 120 milyar dînar ji bo meha Sibatê de, Encûmena Wezîran tekez kir ku şandina vî pereyî berî her xerciyek din girîng e, da ku ti hincetek ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê nebe sedema derengxistina dayîna mûçeyên meha Sibatê û mehên din.

Di beşeke din a gotûbêjan a li ser vê beşê, encamên civîna hevbeş a her du Buroyên Çavdêriya Darayî li Bexdayê di 23/2/2026 de derbarê erkên darayî yên her du hikûmetan de hatin pêşkêş kirin û hemû delîl û prensîbên destûrî, yasayî û darayî yên ku piştgirîya mafên darayî yên herêmê dikin hatin şîrove kirin.

Di paragrafa duyem de, Şorş Îsmaîl, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, raporek li ser gavên dawî yên di warê bicîhanîna reformên Wezareta Karûbarên Pêşmerge û ji nû ve rêxistinkirina hemû hêzên Pêşmerge di nav Wezareta Pêşmerge de pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran tevî destxwaşiya li serokatiya herêmê û wezareta pêşmerge û lijneyên hevbeş, ev pêngava bi girîng û dîrokî hat wesif kirin di warê rêxistina tevahî hêzan di çarçoveya wezareta pêşmerge û destnîşankirina desthilata fermandariya deveran û hîerarşîna nû ya hêzên pêşmerge, di hemandemê de encûmena wezîran spasiya hevbeşên navneteweyî kir ku alîkarî û piştevaniya proseyê kir. Encûmena Wezîran ji Wezareta Karûbarên Pêşmerge û aliyên peywendîdar ên din re erkdar kir ku li gorî protokola hevbeş a pejirandî tedbîrên pêwîst bigirin.

Di xala sêyem û dawî de, Encûmena Wezîran pêşniyara Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed nîqaş kir ji bo dirêjkirina dema xebata biryara berê ya Encûmena Wezîran a derbarê muafiyeta %20ê cezayên trafîkê de ji bo şeş mehên din heta 2026/6/3.

 

Kabîneyê pêşniyar pesend kir û efûya binpêkirinên trafîkê şeş mehên din dirêj kir.

 

Basnews

Top