• Thursday, 26 February 2026
logo

Waşîngtonê dem daye Bexdayê, yan hikûmeteke dûr ji Tehranê, yan jî cezayên tund

Gulan Media February 26, 2026 Nûçe
Waşîngtonê dem daye Bexdayê, yan hikûmeteke dûr ji Tehranê, yan jî cezayên tund

Washingtonê heta roja Înê ya bê dem daye partîyên sîyasî yên Iraqê ku hikûmetek serbixwe dûrî hegemonyaya Îranê ava bikin, wekî din hişyarî daye ku dê li dijî sazî û kesan cezayên darayî yên dijwar werin sepandin.

Ev zextên tund ên Amerîkayê piştî namzedkirina Nûrî Malikî û nûnerê Amerîkayê Tom Barrack di hevdîtinên xwe yên li Bexda û Herêma Kurdistanê de bi awayekî zelal ev peyam daye, tên.

 

Di vê navberê de, Malikî red kiriye ku namzediya xwe vekişîne, û israr kiriye ku aliyên Şîe yên di çarçoveya hemahengiyê de li ser namzediya wî li hev bikin, her çend ew bi daxwaza Amerîkayê ya ku çek di destê dewletê de bin razî ye, lê di heman demê de dixwaze têkilîyên xwe bi Îranê re jî biparêze.

 

Basnews

Top