Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wîdad Erselan peyameke sersaxiyê belav kir
Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo koça dawî ya Wîdad Erselan, kesayetiyê naskirî yê Tirkmen û Wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belav kir û ragehand: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkar û nasên xwedê jê razî Wîdad Erselan dikin û xwe şirîkê xema wan dizanin.”
Naveroka peyama Serok Barzanî eve:
Binavê xwedayê mezin û dilovan
Mixabin me bi xemgîniyeke mezin xebera koça dawî ya Wîdad Xorşîd Erselan kesayetiyê naskirî yê Tirkmen û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistê bihîst.
Em sersaxiyê ji malbat û kesûkar û nasên xwedê jê razî Wîdad Erselan dikin û xwe şirîkê xema wan dizanin.
Em ji xwedayê mezin daxwazkarin ku rihê rehmetî bi biheştê şa bibe û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.
Înna lîllahî we înna îlahî racîoon(انا للە و انا الیە راجعون)
Mesûd Barzanî
23.02.2026
Basnews
