• Tuesday, 24 February 2026
logo

Çapemeniya Sûriyê: Şerekî giran di navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rejîma berê de dest pê kir

Gulan Media February 24, 2026 Nûçe
Çapemeniya Sûriyê: Şerekî giran di navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rejîma berê de dest pê kir

 Kanala Sûriyê belav kir ku îro 24.02.2026ê li derdora Lazqiye şerekî giran di navbera hêzên Sûriyê û hêzên paşmayên rejîma berê de dest pê kiriye.


Hat ragehandin şer li rojavayê gundên Heman dest pê kiriye û hîn derbarê ziyanên canî de ti agahiyên zelal nehatine belav kirin.

Ev yek di demekî de ye ku şeva borî li navçeya Meyadîn a rojavayê Dêrezorê hejmarekî çekdaran êrîş kirin ser binkeyekî leşkerî yê artêşa Sûriyê û hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

 

Basnews

Top