• Sunday, 08 February 2026
logo

Seroka firaksyona PDKê: Hevtêgehîştineka baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye

Seroka firaksyona PDKê: Hevtêgehîştineka baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye
Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, hevtêgehîştinek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye û ji bilî rêkeftinê ti çareyek din nîne.

Parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, şanda hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ye da ku bi berpirsên Iraqî re rêkeftin û çareyeka giştî bo tevahiya arîşeyên asêmayî yên Hewlêr û Bexdayê bibînin. Ev pirsgirêk 15 sal in kom bûne bi taybet mijarên mîna neft, gaz, bûdce û deverên Kurdistanî.

Viyan Sebrî her wiha got, niha hevtêgehîştinek baş di navbera her du aliyan de çêbûye. Her du alî gihîştine wê baweriyê ku ji bilî rêkeftinê ti çareyek din li pêşiya wan nîne.

Seroka firaksyona PDKê anî ziman ku armanca Herêma Kurdistanê ew e bi Bexdayê re li ser bingeha Destûrê bigihê rêkeftineka giştgîr, ji ber ku berjewendiya her du aliyan jî di vê yekê de ye.
Top