• Sunday, 08 February 2026
logo

Sê jinan canên xwe ji dest dan

Sê jinan canên xwe ji dest dan
Di encama bombebaraneka asmanî de, li ser Rojhelata Kobanê, sê jinan canên xwe ji dest dan û hejmareka dî jî birîndar bûn.

Nûçegehanê Kurdistan 24 li Kobanê ragehand, gundê Hilinc li Rojhelata Kobanê bû armanca bombebaraneka asmanî û di encam de, sê jinan canên xwe ji dest dan û hejmareka dî jî birîndara û ew birîdnarên hanê hatin veguhaztin bo nexweşxaneya bajêrê Kobanê.

Ji alîyê xwe ve, asayîşa wî bajêrî di daxuyanîyekê de ragehand, di encama bombebara firokeyeka arastekirî ya girêdayî Tirkiyê, maleka sivîlan li gundê Hilinc li Rojhelata Kobanê, sê jinan canê xwe ji dest dan.

K24
Top