Rêveberiya Rojava 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê teslîmî Fransa kir
Hevserokê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, Ebdulkerîm Omer ragihand, şandeke Wezareta Derve ya Fransayê serdana baregeha wan li Qamişlo kir, piştî hevdîtinê wan 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê radestî şanda Fransî kirin.
Berî demekê UNICEFê ragihandibû, nêzîkî 28 hezar zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî di kampên Rojavayê Kurdistanê de hene. Di nav wan de 20 hezar Iraqî hene û daxwaz ji welatan kiribû, zarokên wan werbigirin.
UNICEF her wiha dabû zanîn, 17 welatan zêdetir ji 650 zarokî wergirtine û vegerandine welatên xwe.
Basnews
