Dawîn amarên koronayê li Herêma Kurdistanê
Di du hefteyên derbasbûyî de her roj li Kurdistanê zêdeyî 100-200 kesan bi koronayê ketine, êvara roja Şemiyê 20ê Hezîranê bo yekem car hejmara ên li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine 266 kes derbas kir.
Rêveberê Giştî yê Tendirûstiya Duhokê Dr. Nizar Ismet ji Rûdawê re diyar kir, ku metirsiya belavbûna koronayê cidî ye û got: “Metirsiya koronayê li Duhokê her berdewam e. Duhok bajareke sînorî ye, sînorê me ligel Tirkiyê, ligel Rojavayê Kurdistanê û bajarên naverasta Iraqê heye. Ev cih hemû metirsîdar in û gelek haletên koronayê lê hatine tomarkirin.”
Roja Şemiyê Lijneya Bilind a Operasyonên Parêzgeha Silêmaniyê bo rûbirûbûna koronayê daxuyaniyeke 16 xalî belav kir û tê de ragihand ku li hemû fermangehan heta hefteyekê betlane ye.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir ragihand, ku eger hejmar zêde bibin, dê hejmariyan miriyan jî zêde bibin û êdî cihê nexweşxaneyan namîne.
Rewşa Coronayê li parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî ye ku hejmara herî zêde bi Coronayê ketine li wê parêzgehê ye. Heta êvara Şemiyê ji 3 hezar û 589 kesên pêketine 2 hezar û 460ê wan li Silêmaniyê bûn, wate; ji sedî 68.5ê bi wê vîrûsê ketine li wê parêzgehê ne.
Heval Ebûbekir herwiha diyar kir ku ew li nexweşxaneyan tenê çareseriyê ji kesên ku rewşa wan xirab dibe re dikin.
Ligel ku Wezareta Navxwe heta 1ê Tîrmehê qedexeya çûn û hatinê ya navbera parêzgehan dirêj kiriye, li parêzgehan cihên wek norîngehên diran û bar tên girtin û daxwaz ji dikandar û kiryaran hatiye kirin ku pêbendê tedbîr û rêkarên tendirûstiyê bin.
Rudaw
