• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 266 kesên din bi koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 266 kesên din bi koronayê ketin
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 9 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û 266 kes jî bi vîursê ketin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 20 Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 266 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 9 kesan jî canê xwe ji dest da.

Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 19 tûşbûn û yek mirin, li parêzgeha Silêmanîyê 196 tûşbûn û 5 mirin, li Germîyan 38 tûşbûn û yek mirin, li Raperîn 4 tûşbûn û yek mirin, li Helebce 7 tûşbûn û yek mirin û li Duhokê jî 2 tûşbûn hatin tomarkirin.

Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê gihîşt 3,539 kesan ku 1,358 nexweş baş bûne û 98 kesan jî heta niha canê xwe ji dest dane.

Heta niha 15400 hatine kerentînekirin, lê niha tenê 1010 kes li 31 cihên cuda, di kerentînê de, 274 li Hewlêrê û 739 li Duhokê ne. 14,387 kes ji kerentînê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema du hefteyan di kerentînê de derbaz kirine.

Rudaw
Top