Li Herêma Kurdistanê 228 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta tenduristiyê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 228 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 3 hezar û 273 kesan.
Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 6 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 88 kesan.
Di nav 24 saetan de 102 nexweşên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ku baş bûne jî gihîştiye 319 kesan.
Basnews
