Çawîşoglo: Silêmanî di bin bandora PKKyê de ye
Mewlûd Çawîşoglo, wezîrê derveyê Tirkiyê di dîdarekê de li gel kenala CNN Turk got: Bo me xuya bûye Silêmanî ketîye jê bandora PKKyê û hinek welat PKKyê wek alavek bo fişar xistine ser hikumeta Herêma Kurdistanê bikar dihînin.
Di pişkeka dî ya axivtinên xwe de derbarê operasyona supayê Tirkiyê li devera Hefenîn, Çawîşoglo tekez kir, ku hejmareka sînaryoyan li wê deverê pûç kirine û li ser rêçika xwe berdewam dibin.
