• Sunday, 08 February 2026
logo

Tirkiye encamên operasyona xwe li dijî PKKê radigihîne

Tirkiye encamên operasyona xwe li dijî PKKê radigihîne
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere dike, di 36 demjimêrên bûrî a operasyona “Cengê Piling” de 500 bêgehên PKKê armanc kirine.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, di çarçoveya operasyona “Cengê Piling” de, 500 pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin armanckirin.

Herwiha aşkere kir jî, artêşa Tirkiyê ji bilî firokeyên F-16 û firokeyên bêfirokvan, topavêja ji cura Howitzer bikar anîne.

Ji duhî ve artêşa Tirkiyê operasyona “Pençe Piling” li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê ragihandiye û hêzên Komando derbasî navçeya Heftenînê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, artêşa Tirk li Heftanînê bi desteka hewayî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin û got, ''Navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.''

Berî sê rojan jî, firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî çiyayê Şingalê, Mexmûr, Zab, Xakurk, Avaşîn û Qendîlê bombebaran kiribûn û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê gotibû ku wan baregeh û gerîlayên PKKê dane.

K24
Top