Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Tirkiyê dike hêzên xwe vekişîne
Wezareta Derve ya Iraqê îro di daxuyaniyekê ragihand, “Bi tundî dubare êrîşa hêzên Tirkiyê yên roja 17ê Hezîranê şermezar dikin, ku bi êrîşa di hundir sînorê Iraqê de, serweriya Iraqê binpê kiriye”.
Wezareta Derve ya Iraqê dibêje: “Em bi yekcarî van binpêkirinên li dijî belge û yasayên navdewletî red dikin û tekez dikin, ku divê Tirkiye bombebaranên xwe rawestîne û hêzên xwe yên derbasî nava xaka Iraqê bûne û hêzên berê li serbazgeha Başîk û cihên din in vekişîne.”
Di daxuyaniyê de hatiye: “Hikûmeta Iraqê tekez dike ku Tirkiye sedema têkçûna ewlehiya navçeyên sînorî ye. Herwiha Tirkiye bi pêvajoya aştiyê ya di sala 2013an de bi PKKê re destpê kiriye, bû sedem ku gelek ji endamên PKKê bêyî razemendiya Iraq û bê şêwira pê re di hundir xaka Iraqê de bicih bibin, ku li ser wê jî me li Encûmena Asayişa Navdewletî gilî tomar kir.
Wezareta Derve ya Iraqê careke din bangî Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir û yadaştnameyeke tund radestî wî kir, ta van karên îstifzazî û binpêkirinan rawestîne.
Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê tekez dike, li gor destûra Iraqî, nabe xaka wê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran û gihandina ziyanê bi wan bikar bê.
Ev di demekê de ye, artêşa Tirkiyê operasyona “Pençe Piling” li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê ragihandiye û hêzên Komando derbasî navçeya Heftenînê kirine.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, di çarçoveya operasyona “Cengê Piling” de, 500 pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin armanckirin.
Wezareta Derve ya Iraqê pêr jî bangî Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yildiz kiribû û yadaştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kiribû û daxwaz jê kiribû Tirkiye operasyonên serbazî yên takalî rawestîne.
Rudaw
