Îmaratê beyanameyek li dijî êrîşên Tirkiyê û Îranê bo ser herêma Kurdistanê belav kir
Wezareta derve ya Îmaratê di beyanameyekî de êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê li herêma Kurdistanê şermezar kir, ku bûye sedemê ava bûna tirs û xofê li gel rûniştvanên navçeyên sînorî.
Wezareta derve ya Îmaratê hemû destwerdanên Îranê û Tirkiyê li welatên din bi tundî red kir û daxwaz li her du dewletan kir, rêz li serweriya Iraqê bigrin û bingehên cîrantiyê li berçav bigrin.
Derengê şeva 15.06.2020ê balefirên şer ên Tirkiyê binke û baregehên PKKê li Qendîl, Mexmûr û Şingalê bombebaran kirin.
Herwaha Îranê jî binke û baregehên partiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Hacî Omeranê topbaran kirin.
Basnews
