Amerîka: Em piştgiriyê li rêkeftina ENKS û PYNKê dikin
Êvara îro roja çarşemê 17.06.2020an Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di 16ê Hezîrana 2020an de li bajarê Hesekê, Sûriyê, şandeyên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) qonaxa yekemîn ji danûstandinên Kurdî bidawî kirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herdu aliyan ragihandine ku ew gihiştine rêkeftineke pêşîn ku Peymana Duhokê bikin bingehek “ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêziya kurdî ku dê hevkariya îdarî, serwerî û parastinê tê de binirxînin. Herdu aliyan li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin di danûstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêşeroja nêz de îmze bikin.Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vê lihevkirina pêşîn weke pêngaveke girîng a dîrokî ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariya pratîk pêşwazî dike. Ev dê sûdê ji gelê Kurd ê Sûrî û tevahî pêkhateyên Sûriyê re wegêr bike.”
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin, “Ev lihevkirin sembola yekem pêgavek girîng a koordînasyoneke siyasî ya mezintir di navbera Kurdên Sûriyê bi piştgiriya Amerîkayê de. Herwiha dê bibe alîkar ji bo çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê di bin biryara 2254 a Netewên Yekbûyî de, da ku hevalbendiya tevahî pêkhateyên Sûrî yên dijberî rejîma Esed bike.”
K24
