• Sunday, 08 February 2026
logo

Ji %60ê xelkê Tirkiyê dixwazin penaberên Sûrî vegerin

Ji %60ê xelkê Tirkiyê dixwazin penaberên Sûrî vegerin
Li gor rapirsiyeke derbarê vegerandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, ji % 60ê xelkê li gel wê yekê ne ku penaber bên vegerandin.

Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Stenbolê, Nûneratiya Tirkiyê ya Weqfa Fridrich Ebert û Weqfa Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Tirkiyê bi hevparî lêkolînek li ser penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê pêk anîn.

Ev rapirsî û lêkolîna bi navê ‘Helwestên li Hemberî Penaberên Sûriyê li Stenbolê’ li gel 1,636 kesan hatiye kirin û encamên balkêş derketine holê.

Li gor amarên fermî 3,6 milyon kes ji Sûriyê penaberî Tirkiyê bûne û 496 hezar ji wan li Stenbolê dimînin û bandora wan li ser aboriya Tirkiyê ûli ser rewşa civakî û siyasî hatiye pirsîn.

Di çarçova wê rapirsiyê de ji xelkê hatiye pirsîn, ‘Pirsa herî girîng a Tirkiyê çi ye?’ û rêjeya bersivan jî bi vî awayî dabeş bûye; Aborî %58.3, Penaberên Suriyeyî %10.8, Dadperwerî %10.4, Ewlekarî %7.2, Perwerdehî %2.2, Siyaseta derve %2, Gendelî %1.6.”

Rêjeya alîgirên partiyan li ser pirsa, “Penaberên Sûriyê li ser aboriyê gef in?’ wiha ye; Iyî-Partî %89, CHP %84, MHP %81, HDP %78, AK-Partî %72.

Herwiha ji %60ê beşdarên wê rapirsiyê li gel wê yekê ne ku ‘Divê penaberên Suriyeyî vegerin.’

Prof. Dr. Berat Ozîpek beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa hûrgiliyên vê rapirsiyê kir.

Ozîpek derbarê daxwaza zêde ya ji bo vegerandina penaberan dibêje, di raya giştî de nêrînek nerênî li dijî penaberan peyda bû ku bi gotina wî destpêkê ne wiha bû û diyar dike ku penaber bûne mijarek di navbera hikûmet û opozisyonê de.

Berat Ozîpek dibêje, hikûmeta Tirkiyê agahdariyeke zelal û rasterast derbarê penaberan de ji raya giştî re belav nekirin û diyar dike, “Di vê mijarê berpirsyarê bingehîn opozisyon e. Opozsiyon di her daxuyaniya xwe de penaberên Sûriyê armanc digire.”

Herwiha akademîsyen Ozîpek li ser guhertina rewşê jî dibêje, ew penaberên Sûriyê demeke dirêj e li Tirkiyê ne û ew paneber jî “beşek dixwazin niha vegerin, beşek dixwazin piştî asayîbûna rewşê, beşek dixwazin biçin Ewropayê û beşek dixwazin bimînin.”

Rudaw
Top