Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li Herêma Kurdistanê kir
Li gor tiwtteke Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, “Hêzên komando yên Tirkiyê derbasî navçeya Heftanîn ya Herêma Kurdistanê bûne û armanca wan jinavbirina PKKê ye”.
Diyar kir jî, operasyonê bi riya helîkopterên Atak û zirîpoşên serbazî destpê kiriye û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi xwe serperiştiya operasyonê dike.
Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi PKKê ve jî ragihandiye, artêşa Tirkiyê ji bejahiyê ve dest bi êrîşkirina ser Heftenînê kiriye.
Pêr roja Duşemê, firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî çiyayê Şingalê, Mexmûr, Zab, Xakurk, Avaşîn û Qendîlê bombebaran kiribûn û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê gotibû ku wan li baregeh û gerîlayên PKKê dane.
Pêştir jî, malpera “RT” a Rûsî belav kiribû, Serokê Hewalgîriya Tirkiyê “MÎT” Hakan Fîdan bi nehênî serdana Iraqê kiriye û bi karbidestên Iraqê re civiyaye.
K24
