Li Serê Kaniyê 3 çekdar di teqînekê de hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, teqînek bi riya otombîleke bombekirî re li gundê Mişirfe Remo li derdora Serê Kaniyê rû da.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama teqînê de 3 çekdarên grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çejdar ve, her car teqîn rû didin, her dawî jî roja 6ê vê mehê bû, ku li bajarokê Til Helef yê li başûrê rojavayê Serê Kaniyê teqînekê rû da û 10 kes birîndar bûbûn.
K24
