Li Kanîreşa Çewlîgê careke din erd hejiya
Saziya Afad û Hawarhatina Lezgîn ya Tirkiyê ragihand, îro demjimêr 09:51 li bajarokê Kanîreş ê Çewlîgê erd hejiya.
Da zanîn, Erdhej 7 K.M di bin rû erdê çê bûye û tundiya wê 5.6 pile li gor pîvera Richterê bû.
Heta niha ziyanên ji wê erdhejê derketine, nehatine ragihandin.
Ev di demekê de ye, duhî êvarê demjimêr nêzîkî 17:30 jî li navçeya Kanîreş erdhejekê rû dabû û di encamê de kesekî canê xwe jidest dabû û 11 kesên din jî birîndar bûbûn.
K24
