• Sunday, 08 February 2026
logo

Erdhejekê bi hêza 5.9 pile Çewlîg hejand

Erdhejekê bi hêza 5.9 pile Çewlîg hejand
Roja Yekşemê erdhejekê bi hêza 5.9 pile bajarê Çewlîg ê Bakurê Kurdistanê hejand û li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin û li gor agahiyên destpêkê 4 kesên sivîl 3 cerdevan birîndar bûne.

Li Navçeya Kanireşê ya Çewligê îro Yekşemê 14ê Hezîrana 2020an erdhejekê bi hêza 5.9 pile û bi kûrahiya 5 kîlometre çêbû.

Li bajarên derdora Çewlîgê weke Dêrsim, Mûş, Xarpêt û Amedê hest bi erdhejê hat kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Ali Haydar Gozlu ragihand ku li gor agahiyên destpêkê 4 kesên sivîl û 3 cerdevan birîndar bûne.

Herwiha Ali Haydar Gozlu da zanîn ku li gundê Kaynarpinarê 3 xalên çavdêriyê yên leşkerên Tirkiyê ji ber erdhejê hilweşiyan e.

Waliyê Çewlîgê, Kadir Ekîncî ragihand, ji ber erdhejê du tawerên çavdêriyên yên binkeyeke serbazî li gundê Kaynapinarê herrifîne û di encamê de 3 zêrevan birîndar bûne.

Kadir Ekîncî herwiha diyar kir, ku li herdu gundên Elmali û Dênarbey ên ser bi qezaya Yedîsuyê ve, zirar gihîştiye 10 malên welatiyan, lê ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Walîyê Çewlêgê got, xebatên ji bo destnîşankirina zirarên erdheja îro li tevahiya gund û bajarokên ser bi Çewlêgê ve berdewam in.

Rudaw
Top