• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka: Hebûna nûnerên Herêma Kurdistanê di dialoga Amerîka û Iraqê de giring e

Amerîka: Hebûna nûnerên Herêma Kurdistanê di dialoga Amerîka û Iraqê de giring e
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ragihand, hebûna nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê di diyaloga stratejî ya di navbera Amerîka û Iraqê de girîng e û di salên borî de me karên gelekî baş kirin û DAIŞ jinav bir.

Roja Pêncşemê 11ê Gulanê bi riya vîdyo konferansekê, diyaloga stratejî di navbera Amerîka û Iraqê de birêve çû, bi armanca gihîştina rêkeftinekê bi taybet di dosya rêkxistina pêwendiyan û hebûna hêzên serbazî yên Amerîka li Iraqê de.

Di wê derbarê de berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ji K24ê re ragihand, pêwendiyên Amerîka û Iraqê yên di warê serbazî, siyasî, dîplomasî û aborî de derbasî qonaxeke din bûne û dixwazin rûpeleke nû bi hikûmeta Iraqê re vekin, ta aramî û ewlehî vegere wî welatî û Iraq bibe cihek ku karên aboriya Amerîka lê geş bibe.

Morgan Ortagus got jî: Pir girîng e ji Amerîka re ku aramî û aborî li Iraqê geş bibe, jê girîngtir jî li Iraqê geşbûna demokrasiyê bibînin. 20 sal in Amerîka li Iraqê ye û serbazên me ji bo rizgarkirina wî welatî, xwîna xwe bexşandin, ji ber wê rijd in ku Iraqeke aram, azad, demokrat û geştir bibînin û xelkê wê jî hêjayî wê yekê ne ku welatek wan a baş hebe.

Amaje bi wê jî da: Her çend e di civînê de babet bi berfirehî nehatibin guftûgokirin, lê wek me dît ku di meha Cotmeha sala bûrî de xwepêşandanan destpê kir û daxwaza derfetên kar û xizmetguzariyan kirin, ji ber wê destpêkirina guftûgoyan û dariştina pêwendiyan, ji bo bicihkirina daxwazên wan xwepêşanderan e. Pêştir me girîngî tenê dida pirsa ewlehiyê, lê vê carê wiha nabe.

Derbarê beşdariya nûnerên Kurd di wan diyalogan de, got: Di salên bûrî de me karên gelekî baş bi hemû hevpeymanên xwe re û bi taybetî bi Kurd û hikûmeta Iraqê re kir û me bi hev re karî DAIŞê ji nav bibin. Heger ne bi hev re bana, ew kar nedibû. Lê hîna gefa DAIŞê heye û Amerîka jî pabend e ku bi Iraqiyan re berdewam be, ta bi yekcarî şaneyên razayî û paşmayên DAIŞê nehêlin.

berdevka Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn, ew dixwazin civînên din bikin, lê ji ber ku nexweşiya Koronayê heye, wan nikarî bi hev re rûnin. Lê ew dixwazin civîn berdewam bin û bigihin rêkeftinekê.

Li ser helwesta Amerîka ji hikûmeta nû ya Iraqê bi serokartiya Mistefa Kazimî, Morgan Ortagus got: Derfet heye û divê hikûmet li hember xelkê xwe hest bi berpirsatiyê bike û divê guhdariya daxwaza xelkê xwe bikin.

Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji hemû welatên cîranên Iraqê û bi taybet ji Îranê kir, rêzê li serweriya Iraqê û daxwaza Iraqiyan bigirin û got: Dibînin ku mîlîşyayên Iraqê, yên Îran piştevaniya wan dike, Iraqê ber bi rewşeke xirap birine, alozî durist kirine û serweriya Iraqê xistin ber gefê, ji ber wê hêvîdar in cîranên Iraqê bi berpirsiyane serederiyê bikin.

Basnews
Top