• Sunday, 08 February 2026
logo

Pêşmerge û Hevpeymanan operasyonek li Mexmûr encam dan

Pêşmerge û Hevpeymanan operasyonek li Mexmûr encam dan
Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan Operasyonek hevbeş li Mexmûr encam dan.

Berpirsê Mihwerê Mexmûr- Giwêr yê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragehand, ku di dema 48 demjimêran de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên taybet yên Hevpeymanan operasyonek hevbeş encam dan e û karîn e 15 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Çiyayê Qereçox bikujin.

DAIŞ ji rewşa lawaziya ewleyî li navçeyên Kurdistanî li derveyî desthilata Hukimeta herêma Kurdistanê sud wergirtiye û li wan deveran livûtevgerên xwe zêde kiriye.

K24
Top