• Sunday, 08 February 2026
logo

Gulale – Milîsên şîe nahêlin cotkarên kurd karên xwe bikin

Gulale – Milîsên şîe nahêlin cotkarên kurd karên xwe bikin
Çekdarên Heşda Şeibî bi behaneya DAIŞê li nav çemê Sîrwan bicîh bûne û pêşiya xebatên cotkarên kurd bûne asteng.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ev çend roj hin komek çekdarên Heşda Şeibî ji nav nahiya Gulale ya Xaneqînê derketine û li derdora çemê Sîrwan bicîh bûne, bi behaneya hebûna DAIŞê.

Cotkarekî kurd bi navê Loqman Rostem Palanî, ku xelkê gundê Ferec e, ji BasNewsê re got, ev du roj in hêzên Heşda Şeibî li çemê Sîrwan bicîh bûne û li pêşiya xebatên me bûne asteng. Me aciz dikin û nahêlin em karên xwe bikin.

Loqman Palanî her wiha got, ev cara yekem e Heşda Şeibî li wê deverê bicîh dibin. Helbet bi behaneya hebûna DAIŞê bicîh bûne. Lê ji mifayê zêdetir, ziyanê digihînin me. Em ditirsin çimkî ew dikarin cotkaran wek çekdarên DAIŞê bibînin û bikujin!

Berpirsê PDKê li nahiya Gulale, Mehmûd Delo li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, bicîhbûna hêzên Heşda Şeibî li çemê Sîrwan bûye sebeba nîgeraniya cotkaran. Beriya niha li nav Gulale bûn lê ev çend roj in li wê deverê bicîh bûne.

Çemê Sîrwan dikeve navbera bajarên Kelar û Xeneqînê.

Basnews
Top