• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 2 milyon û 117 hezar kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 2 milyon û 117 hezar kesan derbas kir
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 2 milyon û 117 hezar kesan borî û heta naha li wî welatî zêdetir ji 116 hezar kesan ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 13.06.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiya 2 milyon û 117 hezar û 27 kesan.

Herwaha li Amerîkayê heta naha 116 hezar û 831 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 841 hezar û 936 kes jî baş bûne û ji wê vîrusê xilas bûne.

Basnews
Top