Mistefa Kazimî: Li Iraqê tiştek bi navê aborî tune ye
Mistefa Kazimî êvara Pêncşemê li Bexdayê di yekemîn konfransea xwe ya rojanamevanî de ya piştî destbikarbûna wî weke Serokwezîrê Iraqê, amaje bi kêşe û pirsgirêkên Iraqê û bi taybet rewşa aboriya welatê xwe kir.
Kazimî ragihand, “li Iraqê tiştek bi navê aborî tune ye, ji ber ku ji sala 2003 û şûnde nêzîkî %95 ji çavkaniya dahata Iraqê ji petrolê ye” û dema ku nirxê petrolê dadikeve, aboriya Iraqê jî bi vî awayê niha diherife.
Serokwezîrê Iraqê diyar kir, di salên 70î yên sedsala 20an de, di navbera %30 heta %40 ji bûdceya Iraqê li ser dahata petrolê bû, lê niha ew rêje gihîştiye nêzîkî %95, lewma bi gotina wî divê Iraq giringiyê bide kertên wek çandinî, bazirganî û pîşesaziyê.
Mistefa Kazimî bi gotina, “ma aboriya me çî ye û bi rastî peyva aborî jî derew e”, berdewamî da rexneyên xwe yên li ser rewşa aboriya Iraqê û destnîşan kir: “Aboriya me tunebûye, me tenê darayî heye û em pişta xwe girêdidin darayî û petrolê. Em petrolê difiroşin û pereyan bidestdixin û li ser wezaretan dabeş dikin. Me heta sîstema bankî jî nîne.”
Kazimî amaje bi bilindbûna asta gendeliyê li Iraqê jî kir û got, “êdî nabe ti kes li Iraqê du mûçeyan ji hikûmetê werbigire.”
Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser proseya reformê ji bo nehîştina hejarî û gendeliyê kir û got: “Bi aşkere dibêjim, min hejar û nebûyî dîtin, min jinebî dîtin li Semaweyê, li vê navçeya hejar a Iraqê. Tê bîra we hemûyan, di meha Remezanê de wêne hatin belavkirin, nobeteke dûr û dirêj a jinan û zarokan ji bo wergirtina hevkariyan, ku ji ber hejariya wan ve bû. Ez bi zelalî dibêjim, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em rêkarên çaksaziyê pêk bînin, ne tenê gotin be.”
Di 9ê Nîsana 2020an de Serokomarê Iraqê Berhem Salih, bi fermî Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û posta serokwezîriyê erkdar kir û di 7ê Gulana 2020an de ji parlamentoyê bawerî wergirt û wek serokwezîrê nû dest bi karê xwe kir.
Rudaw
