• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye
Ji bo derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku roj bi roj hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê zêde dibe, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandekê gihîşt Bexdayê.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê Dr. Mihemed Qadir Xoşnaw derbarê serdana şandê bo Bexdayê ji K24ê re ragihand, şande bi Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Hesen Temîmî û şaneya qeyranan re dicive, ji bo rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê guftûgo bikin û hevahengiyê ji bo asankirin rewşê bikin.

Duhî Çarşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo riya vîdyokonferansekê serperiştiya civîneke Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê kir û di biryarek civînê de hat, Wezareta Tenduristî, Wezareta Navxwe û Fermangeha Pêwendîyên Derve hatin raspartin, da ku serdana aliyên Îraq û navdewletî bikin, ji bo hevkariya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Her çend e nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê derengtir dest bi belavbûnê kir, lê niha li Iraqê zêdetir ji 15 hezar kes bi Koronayê ketiye û 426kesan jî canê xwe jidest dane.

Herwiha li Herêma Kurdistanê jî heta niha 1709 kes bi Koronayê ketine û 3 kesî canê xwe jidest dane. Herwiha 551 nexweş jî baş bûne.

K24
Top