• Sunday, 08 February 2026
logo

ENKS û PYNK li Heseke civiyan

ENKS û PYNK li Heseke civiyan
Di çarçoveya danûstandinên Kurdî-Kurdî û hewlên bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, şandên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) li bajarê Hesekê civiyan.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) roja Çarşemê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, civîn bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî birêve çû û ji her aliyekî 7 kes di civînê de amade bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd endameke xwe ku berê hatibû destnîşankirin, bi Asya Ebdulla guhertiye û di civîna duh de Asya Ebdulla amade bûbû.

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) hevpeymaniyek e partî û aliyên siyasî ye, ku ji 25 partî û tevgerên Rojavayê Kurdistanê pêk tê û roja 19ê Gulana 2020 bi daxuyaniyekê hebûna xwe ragihand. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) partiya sereke ya wê hevpeymaniyê ye.

Civîna duh dibe ku destpêka qonaxa duyem a danûstandinên ENKSê ligel PYDê û Rêveberiya Xweser be, lê hêj herdu aliyan ti daxuyaniyek fermî nedane û destpêkirina qonaxa duyem neragihandine.

Têkildarî destpêkirina danûstandinên navbera ENKSê û PYDê, Hevserokê PYDê Enwer Mislim ji Rûdawê re ragihand, ku qonaxa yekem a danûstandinên erênî bûn û got, di demeke nêzîkî de ew ê dest bi qonaxa duyem a danûstandinan bikin.

Mislim herwiha got, ew hêvî dikin danûstandinên wan serkeftî bin û di Sûryayeke ne navendî û demkorat de cih bigirin.

Pêştir Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî gotibû, qonaxa yekem a danûstandinên navbera ENKSê û YNKê ji bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekê serkevtî bi dawî bûye.

Mijara diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, niha bûye rojeva sereke ya herêmê û tevî ku alî û partiyên siyasî yên Kurdî piştgiriya wan danûstandinan û yekrêziya Kurdan dikin, lê belê hin kes û alî jî li dijî derdikevin.

Berî çend rojan grûpek ji kesayetiyên Sûrî daxuyaniyek li dijî diyaloga di navbera ENKS û PYDê de derxistibûn û li dijî wê derketibûn û gotibûn, ew ti encamên ku ji wan danûstandinan derkevin, qebûl nakin.

Ew daxuyanî bû sedem, ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bertekê nîşan bide û bersiva daxuyaniya wan kesayetiyên Sûrî bide.

ENKSê di daxuyaniyekê tometên wan kesayetiyan red kir û got, ew kesayetî li dijî her lihevkirineke Kurdî -Kurdî ne û destnîşan kir, ew kesên ku wiha difirkirin, dê nikaribin rola Kurdan a Niştîmanî bidin wendakirin û dê nikaribin opozisyona Niştîmanî ya Sûriyê bidin xerabkirin.

Rudaw
Top