• Sunday, 08 February 2026
logo

Roja destpêkirina danûstandinên navbera Amerîka û Iraqê hat ragihandin

Roja destpêkirina danûstandinên navbera Amerîka û Iraqê hat ragihandin
Berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê roja destpêkirina danûstandinên stratejîk di navbera Amerîka û Iraq-Kurdistanê de eşkere kir.

Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji BasNewsê re got, danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê roja 11 vê mehê dest pê dikin.

Faris Îsa her wiha got, şandeka hikûmeta Kurdistanê jî dê beşdarî wan danûstandinan bibe. Serokê şanda Kurdistanê jî serokê dîwana serokatiya Kurdistanê Fewzî Herîrî ye.

Basnews
Top