• Sunday, 08 February 2026
logo

Bingeheke milîsên Îranî hat bombebarankirin: 12 kuştî

Bingeheke milîsên Îranî hat bombebarankirin: 12 kuştî
Firokeyên nenaskirî mîlîsên Îranê li Bingeha Mihêzîle li rojhilatê Dêrezorê kirin armanc, di encamê de 12 endam ji wan mîlîsan hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 3ê vê mehê karwanekî leşkerî ser bi grûpa Fatimiyûn ê Îranî, ku ji 30 barhilgirên leşkerî pêk hatibû ji bajarokê Hirrî nêzîka sînorê Iraqê berê xwe dabû Bingeha Mihêzîle li rojhilatê Dêrezorê û bicih bûbû.

Her li gor zanyariyan, ew milîsên Îranî ku li Bingeha Mihêzîle bicih bûbûn, şeva 6 vê mehê ji aliyê firokeyên nenaskirî bi rêya 8 êrîşan hatin armanckirin, di encamê de 12 çekdarên Fatimiyûn hatin kuştin û agir bi baregehê agir ket.

Di heyamên dawî de, li rojhilatê Dêrezorê grûpên ser bi Îranê wek Fatimiyûn, Zeynebiyûn, Nuceba, Esayib û Hizbullaha Iraqî pêgehên xwe li navçeya rojhilatê Dêrezorê qayîm kiribûn.

Rudaw
Top