7 wezîrên din yên kabîneya nû dengê baweriyê wergirtin
Îro parlementoya Îraqê bo dengdan li ser berbijêrên Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo postê wezaretên ku heta niha bê wezîr bûn civiya.
Di civînê de navê wan 7 kesên ku ji aliyê Kazimî ve radestî parlementoyê hatibû, kirin, ketin ber dengdanê û parlementoya Îraqê deng bi wan kesan da û bi vê wezîr bo tevahiya wezaretên kabîneya nû hatin diyarkirin.
