Nexweşxaneyeka taybet bi tûşbûyên Koronayê li Duhokê hate vekirin
Di kongiryeka rojnamevanî de, Ferhad Etroşî, parêzgarê Duhokê ragehand, nexweşxaneyeka 100 textî li xwe digire û niha amadeye bo wergirtina nexweşan.
Herweha got: Avahîya nexweşxaneyê bi kiwalîtîyeka serdemîyane hatîye duristkirin û dibe di ayînde de bihête berfirehkirin û qatên din jî bo bihên zêdekirin.
Parêzgarê Duhokê daxwaz ji hevwelatîyan kir, pabendî rênimayîyên tenduristîyê û xweparêzîyê bin.
Ev di demekê de ye, heya niha 97 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li sinûrê parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin.
K24
