Fûad Husên bû wezîrê derve yê Îraqê
Îro parlementoya Îraqê civiya û di civînê de deng li ser 7 berbijêr bo wezaretên kabîneya nû ya Îraqê da.
Di dengdana îro de Fûad Husên weke wezîrê derve yê Îraqê dengê baweriyê ji parlementoyê wergirt.
Fûad Husên para Kurde û pêştir Serokê dîwana Serokatiya Kurdistanê bûye û di serdema Adil Ebdulmehdî de jî wezîrê darayî yê Îraqê bûye.
