Nexweşekî Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest da
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li Hewlêrê pêketiyekî Korona yê 50 salî li nexweşxaneyê û di bin amûreya henasedanê û çavdêriya tenduristiyê de canê xwe jidest da.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 19 kesan û hejmara kesên bi wê vîrusê jî ketine gihîşt 1089 kesan.
