Rûsyayê balafira şer a MIG-29ê da Sûriyê
Balyozxaneya Sûriyeyê ya li Rûsyayê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku wan balafirên şer ên MIG-29ê yên ji koma nû dan Sûriyê.
Balyozxaneya Sûriyeyê ya Rûsyayê dibêje: “Artêşa Ereb a Sûriyeyê di çarçoveya şirîkatiya kar a teknîkî û leşkerî ya ligel Rûsyayê de koma duyemîn a balafirên şer ên MIG-29ê yên pêşketî ji Rûsyayê wergirt.”
Pêştir jî Sûriyê ji Rûsyayê balafirên şer ên MIG-29ê wergirtibû û ev beşê duyemîn e werdigre.
Ajansa fermî hikûmeta Sûriyê SANAyê berî niha ragihandibû ku artêşa Sûriyê ji Rûsyayê balafirên şer ên MIG-29ê yên pêşketî wergirtiye û ew balafir jî ji serê vê mehê pê ve dê li asîmanê Sûriyeyê dest bi firê bikin.
Rudaw
