• Sunday, 08 February 2026
logo

Tirkiye: Mafê Parlementeriya 3 parlementeran ji wan hate standin

Tirkiye: Mafê Parlementeriya 3 parlementeran ji wan hate standin
Mafê Parlamenteriya 2 parlamenterên HDPê û Parlamenterek CHPê ji wan hat standin.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê, sizayên zîndanî yên Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farîsogullarî û Parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu hîn berê pejirandibû.

Biryara dadgeha Bilind di Parlamentoya Tirkiyê hat xwendin û bi vî şêweyî, Parlamenteriya her 3 parlamenteran betal bû.

Cîgira Serokê Fraksiyona HDPê da xuyakirin, ev desthilat derbekar e, ligor pîvanên mafnasiyê tevnagere û tu pêwendiya wan bi îradeya gel re nema ye.

Bi vê biryarê, hejmara parlamenterên HDPê daket 60 parlamenteran.

K24
Top