Li Sêrtê ji bo operasyona li dijî PKKê qedexe hat ragihandin
Qedexe li Gundê Siyanis ê ser bi navenda qezaya Hawêlê, gundê Yediveren ê ser bi baajrokê Weysê Qerenî û herdu mezrayên Umutlu û Bimegol hatiye ragiahndin.
Biryara qedexeyê ji aliyê Walîtiya Sêrtê ve hatiye dan û ji îro ve dest pê dike, lê dem jê re nehatiye diyarkirin û tenê hatiye ragihandin, ku qedexeya hatin û çûnê dê heta derketina biryareke din a walîtiyê dom bike.
Walîtiya Sêrtê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, li cihên ku qedexe lê hatiye ragihandin, dê li dijî PKKê operasyon bihê destpêkirin.
Hevdem hêzên serbazî û ewlehiyê yên Tirkiyê li herêmê hatine belavkirin.
Tevî wê yekê, helîkopterên serbazî yên artêşa Tirkiyê jî li esmanê herêmê digerin.
Hikûmeta Tirkiyê gelek caran li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi armanca lidarxistina operasyonên serbazî yan lêgerîn û pişkinînan, qedexeya hatin û çûnê radigihîne.
Rudaw
