Rûsya barekî nû ji firokeyên MIG-29 radestî Sûriyê kir
Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê li Twittera xwe belav kir, di çarçoveya hevkariya serbazî ya di navbera herdu welatan de, artêşa Sûriyê barekî nî ji firokeyên MIG-29 ji Rûsyayê wergirt.
Tekez kir jî, artêşa Sûriyê dest bi erkên xwe yên şer bi riya firokeyên MIG-29 kir.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihandibû ku wê di merasîmekê de li navenda Himêmîm, barekî nû ji firokeyên MIG-29 ji Rûsyayê wergirtibû.
K24
