• Monday, 09 February 2026
logo

2 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan

2 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, îro 2 nexweşên Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, li bajarê Silêmaniyê 2 nexweşên Koronayê yên temenê wan 51 û 85 salî ne, li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu qurbaniyan kir û hêvî xwast, welatî pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.

Yek ji wan kesên canê xwe jidest dane, ku îro pêştir K24ê nûçeya canjidestdana wî belav kiribû, berî çend rojan ji K24ê gotibû: “Ez nizanim çawa bi vîrusa Koronayê ketim, min baş diparast û kêm ji malê derdiketim.

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê jî, heta niha hejmara pêketiyan gihîşt 903 kesan, ji wan 16 kesan canê xwe jidest dane û 441 nexweş jî baş bûne.

K24
Top