• Sunday, 08 February 2026
logo

Qaymeqamê Kifrî: Ewên gule berdan binkeyê PDKê armanca wan alozî derxistin bû

Qaymeqamê Kifrî: Ewên gule berdan binkeyê PDKê armanca wan alozî derxistin bû
Qaymeqamê bajarê Kifrî ragehand, ewên gule li binkeyê PDKê berdan, armanca wan derxistina aloziyan bû.

Şeva borî BasNewsê ragehand ku li Kifrî gule li binkeyê PDKê hatine berdan û çend fîşekek li dîwarê binkeyê PDKê ketine.

Vê derbarê de îro 04.06.2020ê qaymeqamê Kifrî Celal Nûrî ji BasNewsê re ragehand, ji aliyê hêzên ewlehiya Kifrî ve îro lêkolîn destpê kiriye, bo dîtina wan tewanbarên şeva borî bûn sedemê binpê kirinê û aloziyê. Herwaha gule li binkeyê PDKê berdan.

Herwaha got, ‘’Destekî nediyar heye li pişt wê gule berdanê û arman alozî çêkirine, ji ber wê jî ew gule berdane ti pêwendiya xwe bi xwepêşandanê ve tine.’’

Qaymeqamê Kifrî red kir ku pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiya Kifrî de pêkhatibe.

Basnews
Top