• Sunday, 08 February 2026
logo

Hejmareka zîndanên jinan li Efrînê aşkera dibin

Hejmareka zîndanên jinan li Efrînê aşkera dibin
Civata Mafên Mirov behsa hêrişkirine ser Êzdîyan dike li Efrînê û dibêje: Li hêrişa çekdarên Îslamî yên tundrewên ser bi Tirkiyê ve di Hefteya bûrî de aşkera bûye, ku girûpa Hemze (girûpeka mîlîşyayên Erebî yên Sunne ye) komeka zîndanên nihênî yên jinan li Efrînê hene.

Kemal Zîdo, pisporê pişka Rojhelata Navîn ya Civata Mafên Mirov ragehand, li gor belgeyan, 5 jinên Kurd ku yek ji wan Êzdîye di wan zîndanan de ne. Zêdo dibêje: Îsalmîyên tundrewên Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, di bêdengîya mêdyayî de helmetek destpêkirine bo derkirina Kurdan û bi taybet Êzdîyên ji Efrînê. Ev girûpên hanê jinan direvînin, sivîlan dikujin, mal û zîyaretgehên Êzdîyan diherifîn in.

Zêdo aşkera jî kir, komên tundrew zîyaretgehên Êzdîyan û Elewîyan herweha mezargehên Kurdên Musilman jî kavil dikin, şûnwarên dîrokî jî xirab dikin û talan dikin.

Kemal Zêdo daxwaz got: Divê dawî bi cînosayîdkirina Êzdî û rûniştvanên resenên Efrînê bihêt.

Tekaz jî kir, divê tîmeka vekolîna Neteweyên Yekbûyî bo nirxanindina rewşa wê deverê û tomarkirina tawanên mîlîşîyayan serdana Efrînê bikin.

Daxwaz jî kir, alîkarîya mirovî divê bilez bigehin wê deverê.

K24
Top