• Sunday, 08 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd li hember çi ew hemû erd vergirtin?

Rêveberekî Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd li hember çi ew hemû erd vergirtin?
Rêveberekî Tevgera Gorran bi tundî rexne li serokê gruba Nifşê Nû kirin û pirs kir, gelo ‘’Li hember çi ew hemû erd û zevî vergirtiye?’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Xelîl Serkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd pareyê bi hezaran malbatên herêma Kurdistanê xwariye û ya baş ewe parê xelkê hejar bide. Herkesekî pareyê xelkê hejar xwaribe, fêl li gelê xwe bike nabe siyaset bike. Eger yasa heba pêwîstbû rê bi karê siyasî û partiya wî bazirganî re nedaba. Ji ber kesekî deyndare û pareyê xelkê gelek xwariye.’’

Herwaha diyar kir ew kesên karê siyasî dikin, divê kesên paqij û bi tendurist bin û zulmê li hemwelatiyan nekin. Lê ‘’Şasiwar Ebdulwahîd bazirganeke, bi hezaran malbat perîşan kirine. Tevgera Gorran her çi kiribe, zulm li xelkê nekiriye. Dema beşdarî hikûmetê jî bûye, em li ser karnameyekî rêkeftine ku xizmetê ji xelkê re bike. Rewşa naha ya aloz tenê herêma Kurdistanê na li hemû cîhanê heye.’’

Xelîl Serkanî got, raste hikûmetê kêmasiyên wê hene, lê kabîneyên berê ev rewşa bo kabîneya 9.mîn hiştin û ragehand: ‘’Ev kabîneye dunyayek deyn bo men, derveyî rewşa me ya aborî jî baş nebû, nirxê neftê jî bi awayekî berçav daket, naha jî rewşa koronayê hemû cîhan girtiye.’’

Xelîl Serkanî behsa pêwendiyên binve yên Şasiwar Ebdulwahîd ên li gel desthilatdarên Silêmaniyê kirin û got: ‘’Şasiwar li hember çi ew hemû zevî vergirtin? Kê çavşorê desthilatê ye? Kîjan berpirsê Gorran parê xelkê û hikûmetê xwariye. Me yan Şasiwar Ebdulwahîd? Ya baş ew bazirgane bila biçe çareseriya pirsgirêkên xwe bike û deynê xelkê hejar bide.’’

Serkanî hişyarî da Şasiwar Ebdulwahîd, ku nabe behsa Newşîrwan Mistefa bike û ragehand: ‘’Şasiwar hedê wî tine ye behsa Kak Newşîrwan bike. Em hemû dizanin Newşîrwan Mistefa rêveberekî tekoşer ê vî gelî bû. Herkesek jî dizane raboriya wî çawa bûye?’’

Basnews
Top