• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê amara 24 saetên borî yên Koronayê belav kir

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê amara 24 saetên borî yên Koronayê belav kir
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê amara 24 saetên borî yên Koronayê belav kir.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 104 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine

Li gorî amarên han, li Hewlêrê 6 kes, li Silêmaniyê 46 kes, li Germiyan 6 kes, li Raperîn 1 kes û li Duhokê jî 52 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta tenduristiyê daye zanîn, niha 938 kes di kerentînê de ne. 14 kes mirine, 434 nexweş baş bûne û 401 nexweş jî di bin çavdêriyê de ne.

Basnews
Top