• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiyê: Heger bê xem bin, karesat rû dide

Wezareta Tenduristiyê: Heger bê xem bin, karesat rû dide
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, di nava kesên bi vîrusa Korona ketine de, nexweşên ku rewşa wan ne cîgir e zêde bûne.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê Dr. Mihemed Qadir ji K24ê re ragihand, pêwîst e hemû welatî xwe û malbatên xwe ji Koronayê biparêzin. Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 12 hezar kes hatine kerentînkirin û nêzîkî 80 hezar test jî hatine kirin.

amaje bi wê da, heta niha li Herêma Kurdistanê şepêla duyem nehatiye, belkû ewê heye, zêdebûna hejmara pêketiyên şepêla yekem e, ji piştî sistkirina rêkar û rênimayan e. Heger welatî kêmxem bin, dê karesat rû bide.

Dr. Mihemed Qadir diyar kir, haletên ku rewşa wan a tenduristiyê ne cîgir in zêde bûne, bi taybet di vê hefteyê de. Metirsî li ser kesên ku nexweşiyên wan ên din hene, zêde heye. Herwiha rewşa piraniya pêketiyan jî cîgir e.

Ev di demekê de ye, tenê duhî 7 nexweşên bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dabûn.

Herwiha li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê, heta niha 830 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan jî 14 kesan canê xwe jidest dane.

Top