• Monday, 09 February 2026
logo

Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê ji hemwelatiyan daxwazek kir

Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê ji hemwelatiyan daxwazek kir
Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyên bajarê Hewlêrê û parêzgehên din dike, biryara qedexeya hatûçûna navbera parêzgehan dê bê pêkanîn û xwe û karmendên asayîşê ne westînin.

Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê Selam Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryarên qedexeya hatûçûnê ya wezareta navxwe derxistiye, wekî xwe dê bê bicîhanîn û hatûçûna navbera parêzgehên herêma Kurdistanê û Hewlêr û parêzgehên din ên Iraqê dê wekî xwe bê bicîhanîn.’’

Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyan dike, xwe û karmendên asayîşê newestînin û eger rêdayîn tinebe hatûçûnê nekin. Herwaha daxwaz ji hemwelatiyan dike ji bo silametiya tenduristiya xwe pêbendî rêkarên wezareta navxwe bin.

Basnews
Top