Hejmara pêketiyên koronayê li daweteke Duhokê gihîşt 52 kesan
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di berdewamiya wergirtina pişkinînên koronayê de, 19 haletên nû yên tûşbûna vîrusa COVID-19 li sînorê Duhokê hatine tomarkirin.
Li gor daxuyaniyê 8 ji wan tûşbûyan mêr in, 8 jin in û 3 jî zarok in.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dibêje ew hemû pêketiyên koronayê ji tûşbûyan berkevtiyên berê ne ku bi xwarina dawetekê bi koronayê ketibûn.
