Yek ji damezrînerê partiya Davutoglu: Em dê di destûrê de cih bidin Kurdî
Bayram Zîlan beşdarî bultena Rûdawê bû û rewşa giştî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand û behsa projeyên partiya xwe kir.
Bi gotina Bayram Zîlan, wan heta niha li 53 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şaxên partiya xwe vekirine û ew niha amadekariyên hilbijartinan dikin.
Bayram Zîlan amaje kir ku li Tirkiyê xelk ji polîtikaya AK Partiyê nerazî ye û wiha pê de çû: “Xelk di warî aborî, demokrasî, mafê mirovî û dadê de gelek gilî hene. Ew nerazîbûn piştî avakirina partiyên nû hêj zêdetir diyar bûne.”
Derbarê rewşa Kurdan de, Zîlan destnîşan kir ku di van demên dawiyê de, li ber kesên Kurd rê hate girtin ku di burokrasiya Tirkiyê de cih bigirin û got: “Kurd birêz Ahmet Davutoglu gelek baş nas dikin. Serokê me yê giştî li ser nasnemeyan siyaset nekiriye û dê neke jî. Peywendiyên wî yên pêştir ligel Hewlêrê, li ber çavan e. Serokê me yê giştî her tim girîngî bi peywendiyên Hewlêrê daye. Helwesta Birêz Davutoglu ya derbarê referanduma serxwebûnê de ji ya desthilatdariya niha cudatir bû. Wî helwesta desthilatdariyê şaş pênase dikir.”
Li ser pirsa “hûn dê di destûra bingehîn de cih bidin zimanê Kurdî ku weke fermî bê qebûlkirin?” Zilan got: “Bêguman em dê cih bidin. Di rêziknameya partiya xwe de em soza azadiya nasname û zimanan didin ku ne tenê Kurdan elqeder dike, herwiha tevahiya kesên azadîxwaz jî eleqeder dike. Em soza desturekî ku herkes xwe têde bibîne didin.”
Rudaw
