• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 4 pêketiyên bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Herêma Kurdistanê 4 pêketiyên bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 4 nexweşên bi virusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 3 nexweşên bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê û nexweşekî din li qezaya Çemçemalê canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn, nexweşên canê xwe jidest dane, 3 peyayên 75, 58 û 52 salî û jineke 70 salî ne.

Wezareta Tenduristiyê serxweşî li malbata wan qurbaniyan kir û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.

K24
Top