• Monday, 09 February 2026
logo

45 hezar endamên parastinê, tevî şêniyên herêmê parastina zeviyan dikin

45 hezar endamên parastinê, tevî şêniyên herêmê parastina zeviyan dikin
rixmê hewldanan lê zevî jî tên şewitandin
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwediyên mêrg û erdên çandiniyê, werza çandiniyê ya îsal diparêzin.

Tevî vê yekê jî, heta niha zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piraniya şewatan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêk hatine.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala borî 435 hezar û 500 donimên genim û ceh şewitîne. Her wiha bi dehan mal û mezreyên li herêmê zerar dîtine û 14 kesên ji tîmên agirkujiyê, endamên ewlekariyê û sivîlan di dema vemirandina agir de, şehîd bûne.
Top