• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê navxwe ji Sube ve hesankarî bo hevwelatîyan dihête kirin

Wezîrê navxwe ji Sube ve hesankarî bo hevwelatîyan dihête kirin
Rêber Ehemed, wezîrê navxwe yê Hikumeta Herêma Kurdistanê piştî civîna bala ya rûbirûnûna Vayrosa Koronayê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, pisporan tekez kirine ku Vayrosa Koronayê gelek bilez belav dibe.

Ragehand jî: Li ber rewşa jîyara xelkê piranîya cihan hatin vekirin, lê naveşêrin xelk pabend nebûye:

Rêber Ehmed got: Di dema çend rojên burî de hate selmandin ku Vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê her ew Vayrosa derve ya Herêmê ye û piranîya haletên nû nîşaneyên wan hene.

Tekez jî kir, her kesek hana xelkê bide daku pabend nebe û bibêje, hikumet bo vaşartina hinek tiştan rêkar ragehandine, dê tûşî rêkarên yasayî bibin.

Li gel evê yekê jî, wezîrê navxwe ragehand, me biryar daye desthelatan bidin parêzgehan daku hesankarîyê bikin û hinek sêkteran vekin.

Tekez jî kir, heke pabendî nebe wek Îraqê li me dihêt û rewş gelek metirsîdar dibe.

K24
Top